GNU/Linux
Ji Wîkîpediya
Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûter'ê ye. Sembola Linux'ê pengûenek bi navê Tux e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîroka Linuxê
Lînux (an jî GNU/Linux) bernameyeke xebitandina (şixulandina) kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînux'ê tune ye. Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî Fînlandî bi navê Linus Torvalds di sala 1990'î de sûde ji Minix'ê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê siwêrandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.
[biguherîne] Taybetiyên Linuxê
Bernameyek ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin. Guhertoya wê ya herî dawî 2.6'e.
[biguherîne] Guhertoyên Linuxê
Gelek belavkirinên ku dendika "GNU/Linux" (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng:
[biguherîne] Belavkirina GNU/Linuxê
Niha, gelek xebatên ku nivîsbariyên GNU û nivîsbariyên din ên azad tînin cem hev û van bi dendikeke Linuxê, biawayekî sererastbûyî belav dikin hene. Debian, Fedora, Gentoo, Mandriva, Pardus, Redhat, Slackware, SuSE û Ubuntu, tenê çend hebek ji wan in ku zêde tên nasîn in. Hemû bi awayekî ku hemû bikarhênerên komputeran dikarin bi awayekî hêsan saz bikin, tên belavkirin. Ev nivîsbarî, arşîvên nivîsbariyê yên endezyariyên komputeran û ji malperên ku belavkirina van nivîsbariyan dikin, peyda dibin
[biguherîne] Saziyên Ku Piştgirî Didinê
Niha, nêzî tevahiya navendên agahî û kiryariyan ên zanîngehan û dezgehên wekî NASA, IBM, HP, Boeing, HSBC, SonyEricsson, Nokia, Siemens, Samsung, General Motors, Hyundai, Oracle, EToys Linuxê bi kar tînin û bi awayekî piştgiriyê didinê.
Ji bo Ubuntu GNU/Linux a kurdî jî Komeleya Karger piştgiriyê di warê werger û danasînê de dike.
[biguherîne] Wergera Kurdî
Çend projeyên ji bo wergerandina Linuxê bi kurdî heye. Binêre: Linux a kurdî
[biguherîne] Sazkirina Linux Mandrake
[biguherîne] Girêdanên derve
- Ubuntu, Linux a kurdî
- Projeya "Linux bi kurdî"
Ev gotara bi soranî: | لینوكس | :ەڤ گۆتارێ بی سۆرانی |