Ramses II
Ji Wîkîpediya
Ramses II, Fîrawinekî Misirê ye, û bi navê Ramsesê mezin jî tê naskirin. Di salên derdora B.Z. 1320 de ji dayik bû. Hukumdariya wî ji salên B.Z. 1290 hetanî B.Z. 1224'an yanî 66 salan dewam kiriye.
Kurê Setî I. û neviyê Ramses I. e. Li dijî Hîtîtan şer kir û gellek perstgeh avakirin. Ji van perestgehan yên herî navdar Abû Sîmbel e. Li cihina navê wî mîna Ramessès hatiye nivisandin û ji aliyê Yewnanan ve bi navê Sésostris tê naskirin. Piştî Şerê Kadeşê (B.Z. 1286) ê hemberî artêşa Mûwatallî yê Keyê Hîtîtan sînorê ser Orontê bi cih bû.
Hukumdariya wî ya 66 sala di dîroka Misira kevn de cihekî cuda girtiye.
Ramses II şeş cara zewiciye:
- Nêfertarî
- Iset-nofret
- Hênûtmîre, xûçka wî an keça wî ye.
- Maathornêferûre
- Bent-Anat, keça wî bû.
- Mêrîtamon keça wî bû.
Kategorî: Dîrok | Kes | Misira kevin