Tebbet
Ji Wîkîpediya
Tebbet yek sûreyek ji Quran a Pîroz e. Va sûra kurt li bajarê Mekkê hatîye danîn û ji 5 ayetan pêk tê. Sûre ji bona apê Mihemmed Pêxamber bi nav Ebû Leheb hatîye wahîy kirin. Ebû Leheb yek ji dijmin û kîndarên mezin yê Hz. Mihemmed bû. Wî di jiyana xwe da li dijî ola Îslam ê û li dijî birazîyê xwe Hz. Mihemmed şer kir. Ji ber vî yekê Ebû Leheb di vî sûreyê da tê lanet kirinê. Sûre dibê ku bila herdû destên Ebû Leheb vemirin û ew bi xwe jî bikevî agirê Dojeh ê.