Tengava Stenbol
Ji Wîkîpediya
Tengava Stenbol, Boğaziçi(bixwûne, boxazîçî), an jî Bosphorus(bixwûne, bosforus) tengava Ewropa û Asya li hev vediqatîne ye. Ew Derya Reş û Derya Marmara digîhîna hev, li ser Tengava Çanakkale re jî digîhine Derya Ege û Derya Navîn. Dirêjahîya xwe 30 km, firehîya xweya herî biçûk di nevbara Kandilli û Aşiyan de bi 700 m ye. Nevbara Anadoluhîsari û Rumelîhîsari jî 750 m ye. Kûr bûna wê di 36 m. de heta 124 m. heye.
Li dor Tengavê, di Stenbolê da, kêmzêde 13 milon kes dijî ye.
Li ser Boğaziçiyê 2 piran hêne. Li wan yek Pira Boğaziçi ye, dirêjahîya xwe 1074 m. ye. Di 1973 de hat çêkirin. Piraya din jî Pira Fatih Sultan Mehmet e. Dirêjahîya wê jî 1090 m. ye û 1988 de hat temam kirin. Li ser çêkirina pirakê sêyem jî li Tirkiye gotgot berê dehêne.
Di Boğaziçiyê de rêhesinakê tengavê di bin avê re derbaz ke, bi navê Marmaray, jî tê çêkirin e. Gorî planan ew dike di 2008an de varê temam kirin. 1,400 m. kûr bûna kê 55 m. de dike Boğaziçi ye derbaz bike.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Nav
Bosphorus di Yewnanî de bosphoros(Βόσπορος), bigumanî Phôsphoros de ango "bihurka ga" de tê ye.
[biguherîne] Dîrok
Gorî Erdnasîvanan berê Derya Reş deryakê hundur, wek golakê bû. Paş sîpan helîyan şinda, şîpakê lez di Derya Reş de berva Derya Marmara çû, û ji bo wê Bosphorus pêk hat.
Ji bo Tengava Stenbol Derya Reş û Derya Navîn digîhîştîna hev, di dîrok de gelek gerîng bû. Ji bo wê Constantine I padişahî Roman di 330 b.z. li wê derê dî û li wir bajarê Canstantinople çêkir. Paş re jî bû paytexta Împaratoriya Romayê Rojhelat. Di 1453an vir de jî, paş Mehmet II ew dera dagir kir şinda, bû Îstanbul û paytexta Împaratoriya Osmanî ye.
[biguherîne] Îroj
Ji bo cîh xwe, nevbara Ewropa û Asya de ye û ji bo barkêşî deryan, li ser wê gelek ceng bûbûn. Bi taybatî Şerê Cîhana Yekemîn de, ji bo ew derê kontrol kin Dijwarên Hevalbendî(İttifak) êrîşa Tengava Çanakkale û wir kirin. Lê nikanîn dest xwe xin. Dûv şerê re di 1936an de bi Peyvname Montreux re kontrol bi temamî dest Tirkiye de ma.