Zimanê fransî
Ji Wîkîpediya
Zimanê Frensî zimanekî malbatzimanê Îndogermanî ji şitlê Zimanên Romanî ye. Zimanê zikmakiyê 77 mil. merivan e. Bi kesên ku Fransî zimanê wan yê duyemîn e ve dike 130 mil. (1999)
[biguherîne] Dîroka Zimanê Fransî
Di dema Romê de zimanê kesên feqîr û biyaniyan bi taybetî yê Galliyên Kelt bû. Di dema Julius Cesar de gelê Fransayê Kelt bûn. Piştî Frank, gelekî Germen, Fransa navê xwe ji wan girtiye, Fransa kirin destê xwe zimanê Fransî ket bin bandûra wan û ew û Zimanê Latinî û Gelê Kelt bi hev re heliyan. Ji zarevên zimanê Fransî re "Lang d'oil" tê gotin. Belgên yekemîn yên Zimanê Fransî hatine nivîsandin "Sondên Strasbugê" ne. Ev di sala 842an de hem bi Fransiya Kevn û hem jî bi Elmaniya Kevn hatine nivîsandin. Ji sala 1000 wê de zreveyê Parîsê yên din temisand. Parîs bû navenda siyasî û çandî. Dema Wilhelm bû Qralê Înglîzan zimanê Înglîzî 200 salan di bin bandûra Fransiya Normanî de ma. Fransî bû Zimanê qesra Înglîz. Di sala 1634 de Kardinal Richelieu "Académie Francaise" avakir. Armancên wê hêsankirin û paqijkirina Zimanê Fransî bû. Ji sedsala 17an wê de "lingua franca" (Zimanê Fransî) bû zimanê qesrên Ewrupî, berê li navenda Ewrupa, ji sedsalên 18-19 şûnde li rojhelata Ewrupa jî.
[biguherîne] Zimanê Fermî
Li Koloniyên Fransa jî Fransî hîn Zimanê Fermî maye. (Jimara Kesên Fransî Zimanê wan ê zikmakî ye)
|
|
Fransî zimanê Fermî yê Yekitiya Ewrupayê, yekitiya Efrîqa, Saziya Komarên Emrîkî û Netewên Yekbuyî ye.
[biguherîne] Welatên din
Fransî li van Welatan jî girîng e.
- Cezayêr
- Andorra
- Komara Domînîk
- Gravên Kanal (Di bin Hukumraniya Brîtanya de ye)
- Lubnan
- Louisiana (USA)
- Maine (USA)
- Mexreb
- Morîtanya
- Tûnis
Kategorî: Ne rind kurdî | Ziman | Fransa