Komkujiya ermeniyan
Ji Wîkîpediya
Di 24`ê Nîsana 1915`an de rêveberiya Osmanî, jin, mêr, zarok, ciwan û kal negot, bi sed hezaran ermenî û asûrî qetilkirin.
Bajar, navçe, bajerok, gund û mezrayên ermenî lê dijîyan, vegerandin gola xwînê. Ev komkujî, wekî komkujîya yekemîn a sed-sala 20`mîn di rûpelên dîrokê de cih digirt.
Li ser komkujiya bi mirina bi sedhezaran kesan re, 90 sal derbas bû, lê, hê jî rêveberiya Tirkiyê, komkujiyê înkar dike.
Armanca û hedefa sultanê sor Abdullahamîd ji sazkirina alayiyen hemîdiyê ew bû ku dijminahiyê têxe nava gelê Kurd û Ermeniyan, wan bi hev bide birrîn, Kurdistan û Erministanê têxe Tirk. Vê pîlana xayîn û pîs, di navbera sala 1915 - 1919 an de di binê perdeya dîn da, anî cih. Nêzîkî du milyon û nîv Ermeni (zar û zêc mêr u jin pî u kal) bi hovîtîkî gelek mezin hatin kustin. Mal û serwetên wan hatin talan kirin. Zanî û eraziyên wan jî, li kesên din hatin belav kirin, bi hazaran Ermenî reviyan derveyî welat (Iran û Sûriye ü Urdunê).
Tirkan bi vi rengî hovîtiyek pir mezin di dîrokê de nivîsandin. li aliyên din jî, ji gelê Kurd re wiha digotin "Rûsdê werin wê zar û zêçên we bikujin" ew bi vî seklî ditirsandin û dixapandin. Li ser vê derewa wan bi sed hezaran gelê Kurd di sirr û serma û berfa zivistanê de bi çola ketin û perîsan bûn. Bi vê pîlanê, valakirina Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd bi cih anîn. Eger Kurdistan wê rojê di binê istila Rûsa de bima îro wê weke komarên Qafqas yên dinê gihîstibûya azadiye xwe. Ev zilm û zordestiya Tirka dom nedikir.